Walîtîya Stenbol'ê îkaz kir: Wê heta şevê bidome
Walîtiya Stenbolê daxuyand ku bahoza ku tê payîn ku ji danê nîvro pê va li Behra Marmarayê bi bandor be, wê heta şevê dewam bike.
Walîtî di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir de werê got:
"Tê texmînkirin ku bayê ku li Behra Marmarayê ji nîvro dest pê bike wek bahozekê ba ji aliyê bakur û bakurrojhilat were. Tê payîn ku bahoz heman rojê bi şev bandora xwe winda bike." (ÎLKHA)