• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Ordûyê newal rabû: Bi dehan xanî û dikan di bin avê de man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama rabûna Newala Ilicaya ku li Gundê Ilicaya Fatsayê derbas dibe de li herêmê gelek xanî, dikan û ‘erdên zîreatê di bin avê de man.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên AFAD û îtfaîye hatin sewqkirin. Ekîban jî, ji bona xanî û dikanên ku di bin avê de man û rêyên ku hatine girtin xebatan dan destpêkirin.

Hat dîtin ku li bajêr ji ber barîna baranê debîyê hinek çeman zêde bûn.

Walîtîya Ordûyê, destnîşan kir ku Meteorolojî ji bona bajêr hişyarîya barîna zêde da û daxwaz kir ku bila welatîyan bi dîqet bin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir