• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Perûyê karkerên barkêşî ji ber fîyetên sotemenîyê dest bi grevê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Javier Corralesê Temsîlkarê Yekîtîya Barkêşên Perûyê, derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de got ku ji 25 herêmên welat di 24 hebên wan de ew ê ji karkerên barkêş sedî 80 beşdarê grevê bibin.

Corrales, di berdewama daxuyanîy xwe de îfade kir ku ew ê hemû qamyonan rêyan bigrin.

Carolles bang li hikumetê kir û got ku bila subvansiyonên ku ji sektora çûndin û hatine re tê dayîn zêde bibe, fîyetên sotemenîyê bila bê daxistin, barkêra bar bila vegere statuya giştîyê û bila ji barkêrên bar re alîkarî bê kirin û hinek tedbîran bên girtin.

Luîs Rîverayê Alîkarê Wezîrê Çûndin û Hatin yê Perûyê, derheqê grevê de di hesaba xwe yê medyaya civakê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de bang kir ku bila rê neynê girtin û teahûda hikumetê yê “lêgerîna çêreserîyê yê bi dîyalogê” nûvejen kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir