• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Meksîkayê helîkoptera ku beşdarê operasyona baronên tiryakê bû ket xwarê: 14 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fîloya Meksîkayê, daxuyand ku ew Rafael Caro Quinteroyê baronê navdar ku pêçîya wî di kuştina ajaneke Daîreya Micadeleya bi Tiryakê ya Emrîqayê ku di sala 1985an de hatibû kuştin de heye qefaltin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Meksîkayê hatine bidestxistin Caro Quintero, di dema operasyona ku li bajara San Sîmona wîlayeta Sînaloayê de di dema ku xwe di nav çalîyan de vedişart ji teref kuçikê lêgerînê yê ku navê wî “Max” e ve hat qefaltin.

Fîloya Meksîkayê daxuyand helîkoptera Blackhawkê ku 15 kes tê de bûn di dema operasyonê de li nêzê qesebeya Los Mochîsê ket xwarê.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin 14 kesên ku di nav helîkopterê de bûne mirin û kesek jî giran birîndar bû. Sedema qezayê nayê zanîn û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir