• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Ji Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama 15ê Tîrmehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, bi minasebeta salvegera teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê ji pirsên Dogruhaberê re bersiv da.

Yapicioglu di bersiva xwe de destnîşan kir ku di 15ê Tîrmehê sala 2016an de bi alîkarîya Emrîqayê teşebûsek derbeyê hat kirin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Hedefa ku dihat nîşandan elbet hikumeta ku hatîye hilbijartin e. Di heqîqetê de derbe dihat xwestin ku ji xelqê re bê kirin. Ji dêla metoda cihê rayedarên ku hatine hilbijartin ku xelq wan naxwaze ve hat xwestin ku komekî leşkerên derbeker yên ku destê wan çek digre welat rêvebirin bikin, lê hemd ji Xwedê re ew bi ser neketin. Di pişta ev teşebûsa derbeyê de bê guman Emrîqa hebû. Ji dema borî heta roja me welatê ku di hemû pişta plankirin, alîkarkirin an jî pê dan kirina derbeyên leşkerî de Emrîqa heye. Digel ev tiştê Emrîqa, ji teref kesên ku Tirkîye îdare dikin ve hê jî hevpara stratejîk tê dîtin. Dostekî we yê wek Emrîqa hebe hewceya we ya ji neyaran re tuneye. Çîmkî ji xwe serê we ji qedayê nafilite. Rêxistina Fethillehçî, xwe di nav dewlet û civakê de di qasî 40 rojî ku ji 40 rojî jî kêmtir de xwe tine kir. Di musteheqkirina wê ya di vê encamê de xeyn ji jehrîbûna qewetê, para zilm û xirabîyên wê yên berê jî gelek zêde heye.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku, hikumet ji rabûneke gelek talûke yê li hemberê wê xelas bû û weha zêde kir, “Lê ew, ev xelasbûna xwe deyndarê emrê Xwedê û cesaret û qehremantîya ku xelqê Misilman nîşan daye ne. Xelqê ku di dema borî de ji derbeyên leşkerî re xwe teslîm dikirin, vê carê jî nîşandayîna berxwedana li hember tank û balafiran hîn bûne, digel bi rih û canê xwe jî ji wan derbekaran re rê nedane.”

“Hê jî hafizeya dewletê yê ku FETO wê hefizeyê manîpule kiribû û wê jehrî kiribû debardar e”

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got:

“Li ser teşebûsa derebeyê 6 sal derbas bûn. Mixabin ro cihê ku em hatine wê derê ciheke ku me ji dema xwe ya borî ders û îbredan dernexistîye ye, cihê ku eqlê dewletê yê ku ji xelatîyên borî cardin bi kar neyne gelek dûrtir e.

Hê jî Emrîqa û Ewrupayê ku xwedî li derbekaran derdikeve ji bona Tirkîye hevparên stratejîk ên ku nayê berdan û dost tên hesibandin in, û hê jî Hafizeya dewletê yê ku FETO wê hefizeyê manîpule kiribû û wê jehrî kiribû debardar e û referanse yek ew tenê tê hesibandin e berdewam dike.

Dibe ku îşxala fîzîkî yê li qadroyên dewletê hatîye astengkirin lê îşxala zêhnî daîma hebû û mixabin ew îşxal berdewam dike.

Welat hêna jî ji şefafiyê heta heqîqetê, ji wekheviya derfetan heta aştiya giştî, ji baweriya bi dadweriyê heta polîtîkayên aborî nekariye vegere ser bingeha xwe ya nasnameya xwe ya ku çavkaniya baweriya wî ye. Nikarîbû bigihêje asta ku tê xwestin. Di van çend salên dawî de, têgihiştina berevajî dest pê kir. Di encama axaftin û pratîka ku dewletê pîroz dike de aştiya gel, jiyana xebatê û baweriya bi edaletê zirareke mezin dît. Lê belê ev gelê ku bi bedelên canê xwe li ber xwe dan, nirxên baweriya xwe serdest kirin, bi edalet li ser wan bê kirin, dewlemendiyên xwe yên bin erd û erd ji bo berjewendiya xwe bikar bînin, çavkaniyên xwe xera nekin, di civakek aştiyane û dadperwer de bijîn, qîmeta xwêdana wan bizane, ne li gorî ajandaya emperyalîstan, bi îradeya xwe, pratîkek siyaseta derve ya serbixwe heq dike.

“Eqlê dewletê ku rihê derbekerîyê bi makeqanûna 1982yan ji barkirina dema dê re lazim e ku terk bike”

Yapicioglu derheqê xebatên makeqanûna nû de jî axivî û weha got, “Makeqanûna 1982yan ku bi metna cuntaya leşkerî hatîye amadekirin, bi rih û îdeolojîya xwe wek cileke dînan e ku li vê xelqê hatîye poşandin. Ev makeqanûna ku li holê ye, encama fêhmeke serxwegira ku dewlet xwedîyê milletêye ye. Bi destûra bingehîn a bi îmzeya derbekaran re ji ber rewşa siyasî ya ku tê de hatiye nivîsandin û ketiye meriyetê ne pêkan e ku welat rêya xwe bidomîne. Divê welat bi lez û bez destûreke nû, xwecîhî û dadperwer bi nasname, bawerî û paşxaneya xwe ya dîrokî bixe rojeva xwe. Bi makeqanûna 1982an re pêwîst e ku hişê dewletê ku ruhê derbekeriyê ber bi paşerojê ve dikişîne, bê terikandin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir