• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Avrupa Yetim Eli îsal dê li welêt ji bi hezaran malbatan re goştê qurbanan belav bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarê Tirkîyeyê yê Avrupa Yetim Eli Mehmet Alî Aysu derbarê xebatên qurbanê û belavkirin goştê qurbanê de daxuyanîyek belav kir.

Aysu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew wek Avrupa Yetim Eli ji bo serjêkirina wan qurbanên kesên ku wekaletên xwe da wan li ber selexanê ne.  Îro ‘Îda Qurbanê ye. Dema ku ‘Îda Qurbanê tê ew qurbanên ku ji bo Xwedê tên serjêkirin û ew feqîrên ku li benda goşt in tê bîra meriv.”

Aysu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li çar alîyên cîhanê him xebatên wan ên alîkarîyê him jî yên qurbanê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xwedê re em niha li welatên Afrîka û him jî li Ewrûpa û Tirkîyeyê qurbanên xwe ser jê dikin.  Em ê qurbanên wan kesên ku wekaletên xwe dane me serjê bikin û vîdeoyên wan ji wan re bişînin. Xweda xêra wan kesên ku qurbanên xwe bi me dan serjêkirin qebûl bike.”

Aysu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ew hêj wekaleta serjêkirina qurbanan qebûl dikin û kesên ku bixwazin qurbanên xwe bidin serjêkirin dikarin wekaleta xwe bidin wan.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir