Li Îranê weqayên Kolerayê
Hat daxuyandin ku li welat 37 kes bi vê nexweşînê ketine.
![Li Îranê weqayên Kolerayê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/TRu2AchDiraPo2gI8oMuLwcaXkw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/27/li-irane-weqayen-koleraye-adcc5564.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Meryem Mesudîfera Seroka Daîreya Nexwaşînên Bi Avê Divedirin û Xwarinêya Wezareta Tenduristî ya Îranê daxuyand, nexweşîna koleraya ku li welatên cîran hatîye dîtin bi rêya çûndin û hatina rêwîyan ketîye nav Îranê jî.
Mesudîfer di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku heta niha di 37 kesan de ev nexweşîn hatîye tespîtkirin û heta niha jî mirin çênebûye, ji bona ku belavbûna kolerayê jî bê astengkirin lazim e ku rîayet li qaîdeyên paqijîyê bê kirin.
Meha borî li Kurdistana Başûr bi sedan weqayên Kolerayê hatibû dîtin.
Koleraya ku bi avê û xwarinê divedirê mirovan dibe û ji bakterîya “Vîbrîo” çêdibe; dibe sedema ‘emelê û ji nav canê mirovan de kêmbûna avê. Dema ku nexweşîn neyê tedawîkirin, dibe sedema mirinê. (ÎLKHA)