• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Heywanên di xirbeyan de ne bêvîya kiryarên xwe ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li xirbe ji ber pirsgirêka aborîyê daxwzîya heywanên mezin kêmin ji ber vê yekê heywanên biçûk zêdetir tên firotan.

Qurbanîyên ku di seatên serê sibê de tênê Xirba Êlîhê, yê mezin di navbera fîyetên 20 hezar û 30 hezar TLyî tênê firotan, yên biçûk jî di navbera fîyetên 2 hezar û 3 hezar TLyî de tênê firotan.

Mehmet Alî Ruzgarê Serokê Komeleya Qesebên Êlîhê derheqê firotanên qurbanîyan de axavtinek kir û di axavtina xwe de îfade kir ku ji ber ‘Îda Qurbanê heywan zêde ne lê ji ber pirsgirêka aborîyê kiryarên wan tune ye.

Mehmet Alî Ruzgar

“Fîyetê heywan gelek zêde bû”

Ruzgar di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew li bêvîya kiryaran e û weha li axavtina xwe zêde kir, “Dawîya roja ‘îdê an jî roja duyemîn dibe ku hinek tevgerdarî çêbibe lê niha tevgerdarîyek tuneye. Sala borî fîyetê heywanek di navbera hezar û 200 TL û hezar û 500 TLyê de bû lê niha di navbera 2 hezar û 500 TL û 3 hezar TLyî de ne. Fîyetên heywanên mezin gelek zêde ye. Heywanên mezin sala borî di navbera 12-15 hezar TLyî de bûn niha jî di navbera 30-40 hezar TLyî de ne.”

Refîk Solak

“Şertên jîyanê gelek zehmet bûye”

Refîk Solakê ku heywana difroşe derheqê fîyetan de axivî û weha got, “Bi milletê re pere tuneye. Şertên jîyanê hinek zehmet bûye. Ji ber vê di xelqê de qeweta standinê tuneye. Êm û ceh gelek baha bû. Ev rewş di heywanan de jî xuya dibe. Berxika ku sala borî bi fîyeta 1500 TLyî dihat firotan niha bûye 3 hezar TLyî. Sala borî di van deman de herî kêm ez 50-60 heb qurbanîyan firotibûm lê niha min 10 heban jî nefirotîye. Heta roja 3yemîn a ‘Îdê xirbe vekirîye.”

Mehdî Badîç

“Xirbe vebû lê firotan tuneye”

Mehdî Badîç jî derheqê rewşê de axavtinek kir û weha got, “Xirbe vebû lê firotan tuneye. Fîyetên Heywanan gelek baha ye. Em ji mozikê re 25-30 hezar TLyî dixwazin lê kiryarê wê tuneye. Hêjmarên firotinê gelek kêm e. Roja yekemîn a duyemîn a ‘îdê ew ê firotan çêbibin.”

Şahîn Aydin

“Hê daxwazîyê zêde tuneye”

Şahîn Aydin, fîyetên heywanên biçûk di navbera 2500 hezar û 3500 hezar TLyî vedigere. Fîyetên heywanên mezin di navbera 25-30 hezarî de cuda dibe. Encax daxwazîyeke zêde tuneye. Îsal mesrefên heywanan gelek zêde ye.”

Kenan solak

“Tu salekî em ewqas perîşan nebûn”

Kenan solak jî weha got, “Xelq zêde naynê. Mirovan tenê bi tenê tênê. Karê me nabe. Fîyeta ceh pir zêde bûye. Mixabin fîyeta mazotê dîsa wisa. Ji ber vê em gelek perîşan in. Tu salekî em ewqas perîşan nebûbûn. Ji ‘îdê re 3-4 roj maye lê hê jî min tiştek nefirotîye. Sala borî di vê demê de 15-20 heb heywanan min firotibû jî.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir