• DOLAR 32.485
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2406.435
  • ...
273 koçberên Efxan hat şandin Efxanîstanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şandina 273 koçberên Efxanî ku di demên cuda de li Agirî û bajarên cihê hatine girtin û di Midirtîya Navenda Şîyandina Paşve ku girêdayê Midirtîya Îdareya Koça Bajara Agirîyê ye de ragirtî bûn berdewam dike.

Herî dawî jî 273 koçberên Efxanî bi wesayîtên Midûriyeta Koçê ya Parêzgehê hatin anîn Balafirgeha Ehmedê Xanî ya Agiriyê.

Koçberên Efxan ên ku ji kontrola ewlehiyê derbas bûn hatin birin salonê, piştî karên wan temam bûn bi korîdora ewlehiyê ya ku cendirmeyan çêkiribû re derbas bûn û piştî siwarkirina balafiran hatin şandin welatên xwe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir