• DOLAR 32.287
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2478.764
  • ...
Weqfa Êtîman ya Xarpêtê berîya ‘îdê êtîman kêfxweş kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqa Êtîman ku li giştîyê welat berîya ‘Îda Qurbanê zarokan dipoşe û wan kêfxweş dike, li Xarpetê jî 80 zarokan da poşandan.

Mîkaîl Bahçecîyê Serokê Weqfa Êtîman yê Xarpetê, derheqê alîkarîyê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew li navenda Xarpêtê 60 zarokan poşandin û ji ber vê yekê ji xêrxwazan re jî sipasîyên xwe şîyand.

Bahçecî di axavtina xwe de hedîseke Pêxemberê me (silat û selam li ser wî be) bi bîr anît û weha got, “Pêxemberê me (silat û selam li ser wî be) pêçîya xwe yê eşhedê û pêçîya xwe yê beranekê da ber hev û weha got: ‘Kê ku xwedîtîyê i êtîmekî re bike roja qiyametê ez û wê kesê wek vê pêçîyê li cem hev bin.’ Me jî bi navê Weqfa Êtîman li Xarpêtê 60 êtîman da poşandin. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me razî bibe.  Li giştî Xarpêtê 80 malbatên me yên êtîm hene. Em daîma bi wan re eleqeder dibin. Em xêrxwazên xwe jî ji bona ku beşdarê vê karwana başîtîyê bibin bang li wan dikin.”

Kenan Ocakê Temsîlkarê Weqfa Êtîman yê Paliyê jî derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de ragihand ku ew jî li Paliyê 20 zarokên êtîm poşandine û ji kêfxweşîya wan re bûne hevpar, bi vê wesîleyê ji xêrxwazan re jî sipasîyan kir. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir