• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Çînê di tesîsa petrokîmyayê de teqîn: Mirîyek û birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di tesîsa petrokîmyaya ku li bajaroka Jinshanê ye û aîdê şîrketa Sinopec Şanghayê ye de di seat 04.30yan de teqînan pêk hatin.

Di encama teqînê de di tesîsê de şewat derket û dûman rabûn, li gorî dîyarîyên ‘ewil şofêreke erebeya birin û anîtinê canê xwe ji dest da û karkereke şîrketê jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku şewat li alîyê hilberîna alkolê pêk hat.

Di encama xebatên tefandinê de şewat hat tefandin û derheqê sebeba derketina teqînê de jî lêgerîn tê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir