• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Îranê di febrîqeyê de teqîn: 112 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Cevad Muradîyanê Midirê Navenda Qeza û Rewşa Acîla Tibbî yê wîlayeta Farsê destnîşan kir ku di nav febrîqeya sodyum karbonatê de ji ber çizirandina xazê ya ku di nav tankêrekî de teqînek pêk hat.

Muradîyan îfade kir ku di encama teqînê de 112 kes birîndar bûn û di nav kesên birîndaran de jî kesên ku ji xazê jehrî bûne jî hene.

Halîl Abdullahîyê Midirê Navenda Bireveberîya Krîza Walîtîya Farsê jî îfade kir ku di encama teqînê de mirî tuneye.

Rêya Cem-Fîruzabadê jî ji ber ku şewat û çizirandina xazê belavê tenqên dinê bûye ji çûndin û hatinê re hat girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir