Piştî 2 salan qefîleya hecê ya ‘ewil ew ê sibê birêkeve
Ji Tirkîyeyê jî ji bona îbadeta hecê qefîleya ‘ewil ew ê sibê birêkeve.
![Piştî 2 salan qefîleya hecê ya ‘ewil ew ê sibê birêkeve](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/tFrSjFwq3VY66nlfdNwcvy9G0-s=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/23/pisti-2-salan-qefileya-hece-ya-ewil-ew-e-sibe-birekeve-3ffec535.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji îbadeta hecê ya ku ji ber sebeba pandemîyê bû du sal e hatibû qedexekirin û bi 37 hezar 770 kesî hatibû sînorkirin re ji Tirkîyeyê jî ew ê îsal ji bona îbadeta hecê biçin Erebîstana Siûdî.
Qefîleya ‘ewil ew ê di tarîxa 5ê Hezîranê de jiTirkîyeyê birêkeve.
Piştî temamkirina îbadeta hecê qefîleya ‘ewil ew ê di tarîxa 14ê Tîrmehê de vegere Tirkîye.
Lazimatîya ku ji wan kesên ku biçin hecê bê daxwaztin jî ev e ku wan namzedên hecê gerek di binê 65 salî de bin, gerek vaksîna wan tam be û berîya 72 seat ku werin qraltîyê gerek testa wan ya PCRê ya negatîfê hebe. (ÎLKHA)