• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Fermandarê herêma Donetskê yê Rusyayê hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rusya, di encama êrîşên xwe yên li Ukraynayê de ji 30 hezarî zêdetir leşkerên wî hatin kuştin.

Piştî kuştina Yarbay Alexander Dosyagayevê ku sîwenbazê Rusyayê yê herî baş e, fermandarê herêma Donetskê jî hat kuştin.

Tevî vê fermandarê, hêjmarên generalên Rusyayê ku ji teref Ukraynayê ve hatine kuştin 10 kesê derbas bûn.

Muxabîrê Rossîya 1ê ku aîdê dewleta Rusyayê ye got ku Sergeneral Roman Kutuzov di encama êrîşeke ku li Ukraynayê li herêmek hat kirin de hat kuştin.

Hat destnîşankirin ku Sergeneral Roman Kutuzov, fermandarê yekîneyên herêma Donetskê bû.

Artêşa Ukraynayê jî kuştina Kutuzovê rast kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir