• DOLAR 32.348
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.9
  • ...
Îşxalkerên sîyonîst êrîş li Mescîdî Eqsayê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yehuda Glickê ku bi xebatên xwe yên ku daxwaz dike Mescîdî Eqsayê bike îbadetxaneyeke cihûyîyan û bi fikrên sîyonîstî tê naskirin, îro êrîşeke nû li Mescîdî Eqsayê kir. Êrîşê Glick, di bin parastina polêsên rejima îşxalker de hat kirin.

Hat desnîşankirin ku Glîck, bi tevî gelek cihûyîyên ku girtîye cem xwe di li Derê Magrîbîyan de ket nav Mescîdî Eqsayê. Di nav mescîdê de gerên provokatîf kirin û Misilmanan aciz kirin, dû re ji Derê Sîlsîleyê derketin derve.

Yekîneyên sîyonîstên îşxalker, ji bona ku ji plana Mescîdî Eqsayê di navbera Misilman û Cihûyîyan de parve bike re rê çêbike, van êrîşan teşwîq dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir