• DOLAR 32.257
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2404.113
  • ...
Ji rêxistinên sîvîlan ji wan hêzên tarî yên ku çarşefê û tesettûrê hedef digrin re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarên rêxistinên sîvîlan destnîşan kirin ku wan weşanên ku Îslamê û Tesettûrê hedef digrin û îdreqên xirab çêdikin; wan weşanên ku li ser medyaya civakî bi navê “revandina zarokan” tên belavkirin li Dîyarbekir, Wan, Riha û Kirilkkaleyê hat derewandin û van weşanan li ser wan kesên ku ne dîndar in û li ser wan kesên ku dîndarin tesîreke xirab dihêle.

Fatma Erdemcîya Seroka Şaxên Ciwanîya ÎHHyê, derheqê meseleyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de îfade kir wan hewaya ku di kuçeyan de tirsîyê û bêewlehîyê li ser zarokan tertîp dike û ji ber vê yekê wan zarokan nikarin ku derkevin derve ji xwe re bileyizîn û biçin dibistanê bixweyînin.

FATMA ERDEMCÎ

“Hinek kesan projeyek ewakî tertîp kir”

Erdemcî di axavtina xwe de bal kişand ku rojnameyê ku di bin navê mafyaya organê de fikreke ku bi hesaba pîrekên bi çarşefkirî û bi tesettûr zarokan direvînin avêt ortê û weha li axavtina xwe berdewam kir, “Tê daxwazkirin ku di nav civakê de du heb zirar di navhedû de bê dayîn. Ew ê yekem eve ku li ser pîrekên bi tesettûr tê daxwazkirin ku zirar ji Îslamê re bê dayîn. Ew ê duyemîn jî eve ku zirareke bila bê dayîn ku zarokên me bila zaroktîyên xwe bi rehetî jîyan nekin. Ji xwe pandemî bû du sale însanan di nav malan de hêşt, zarokên me civakîbûnê bîrva kirin. Zarokên me di vê pêvajoyê de derketina derve û leyîstikê bîrva kirin, dema ku me tam got pêvajo di ber normalbûnîyê de diçe vê carê jî planeke ewakî tertîpkirin.”

“Bi Rojnameya Fisiltîyê di eqlê zarokan de fikra talûkebûna pîrêka bi çarşef, parastina ji pîreka bi tesettûr tê daxwazkirin.”

Erdemcî di berdewam axavtina xw de bal kişand çiqas jî ev tişt tişteke binezanayîbe, leyîstikeke bi cahîlî bê dîtin jî di binê vê tiştê de planeke mezin û hesabên mezin heye, “Bi Rojnameya Fisiltîyê di eqlê  zarokan de fikra talûkebûna pîrêka bi çarşef, parastina ji pîreka bi tesettûr tê jîyankirin û di eqlê malbatên wek me yên ku ne dîndarbin de jî tê daxwazkirin ku bê jîyankirin. Ev tiş zirareke mezin him dide pîreka bi çarşefkirî û him jî dide Îslamê, bi vê têştê tê armanckirin ku eleqeyên mirovan yên ku bi Îslamê re heye bê ziîfkirin. Lazim e ku li hember vê tiştê gerek mirov şîyardar bibe. Li gorî agahîyên ku me ji hêzên ewlehîyê bidestxistine dibêjin ku tişteke ewakî tineye. Tişteke derew e lê ew bi vê tiştê ewakî dikin ku ‘pîsîtîyê bavêje nebû ji xwe ew ê nîşana wê bimîne, dibe ku 90 kes bawer nekin lê ew ê 10 kes bawer bikin’ belkî kesek jî bawer bike.”

“Zarokek ku him dayîka wê û pîra wê bi çarşefkirîbe çawa dibe ku di derve de jî dema ku keseke biçarşefkirî bibîne ji wê kesê bireve”

Erdemcî di axavtina xwe de bal kişand ku gerek rayadaran vê operasyona fikrê bizivirîne û çawa dibe ku zarokek him dayîka wê û him jî pîra wê bi çarşefkirîbe û dema ku ji dibistanê vegere malê di rê de yeka çarşefkirî bibîne û ji wê kesê bitirse.

SABAH GUNEŞ

“Armanca wan yê tenê ev e ku êrîşkirina bi cilê pîreka Misilman e”

Sabah Guneşê Serokê Şûbeyê Sêrt yê Dîyanet Bîrlîk-Senê derheqê weşanên ku di medyaya civakî de hatine weşandin ku bi heseba pîrekên bi tesettûr zarokan direvînin de axivî û di axavtina xwe de bal kişand ku wan xeberan derewin, armanca van êrîşan yek tenê heye ku êrîşkirina ji cilê pîreka Misilmanê ye.

Guneş di axavtina xwe de îfade kir heta ku dinya ava bûye niha êrîşên li hember Misilmanan berdewam kirine û axavtina xwe weha zêde kir,”Bi taybetî di van demên dawîn de gelek pîrekan Îslamê tercîh dikin û serê xwe digrin û vê tercîhkirina pîrekan jî hinek kesan aciz dike. Dema herba xelaskirinê de dayîk û xûşkên me yên ku di cepheyêde bûn teveka wan biçarşefkirîbûn. Ecêb wan kesên ku van êrîşan dikin, nîşana hêzên derve ne an jî bêtehemulîyê ye? Van kesan ev ê tu dem biserknekevin. Wan kesên ku êrîş li tesettûra pîrekên me dikin ew ê dawîya dawî rezîl bibin. Ez bi taybetî bang li xuşkên xwe yên bi tesettûr in dikim: ‘Ji kerema xwe bila wan ayetên derheqê tesettûrê de hene cardin bixweyînin.’ Îslam, ji me tesettûreka çawa dixwaze, bila vê tiştê baş hînbibin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir