• DOLAR 32.555
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2425.891
  • ...
Di êrîşên rejima îşxalker de ciwaneke berxweder şehîd bû gelek kes jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst a îşxalker serê sibê êrîş li bajarên Cenîn û Şerîaya Rojava kir.

Di encama êrîşa Cenînê de Emced El-Fayîdê berxweder şehîd bû û yek jê 18 salî tev de 2 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku rewşa ciwanê 18 salî giran e.

Bi xeberdayîna şehîd bûna Emced El-Fayîdê li ber Nexweşxaneya Îbnî Sînaya ku li Cenînêye meş hat destpêkirin. Qelebalix cenazeyê şehîd ji nexweşxaneyê girtin û li ser milên xwe di ceddeyan de gerandin.

Kesên ku beşdarê meşê bûn siloganên li hember rejima îşxalker û alîkarîya berxwedanê hat avêtin.

Hat destnîşankirin ku şehîd Emced El-Fayîd eqrebeyê Emced û Muhammed El-Fayîdê ku di sala 2002yan de li Cenînê di encama ramusa rejima îşxalkeran de şehîd bûne ye.

Hat dîyarkirin ku li bajara Ramallaha Şerîaya Rojavayê jî 3 jê bi guleyan rastî tevde 6 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir