Li Wanê erdhej
Li navçeya Çaldirana Wanê di mezinahîya 3.9an de erdhej pêk hat.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hatiye belavkirin, li navçeya Çaldirana Wanê di seat 23.41 de erdhejek pêk hat.
Hat destnîşankirin ku erdhej 3.20 kîlometre di bin erdê de pêk hat. (ÎLKHA)