• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Sorika Meymunê giştî di ji rê derketîyên hevzayendan de tê dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vîrûsa sorika meymuna ku di meha Nîsan-Gulanê de li hinek welatên Ewrupayê hat dîtin, ji niha ve li Emrîqa, Kanada û Ewistralyayê hatîye tespîtkirin. Vîrûs di giştî de, di demên dawîn de herî kêm di 10 welatan de hat tespîtkirin.

Rêxistina Tenduristîya Cîhanê ji ber belavbûna vîrûsê, ji bona ku pandemîya sorika meymunê hevdîtin bikin ji komeke pispor re ji bona ku bi acîlî kom bibin bang kir.

Dibe ku serê ‘ewil di Îspanyayê de bê dîtin

Vîrûs serê ‘ewil li Îspanya û Portekîzê hat raporkirin. Li gorî rojnameya El Paîsa Îspanyol, vîrûs, di meha Nîsanê de li civakeke bi taybet yê li Madrîdê derket. Li welat heta niha 7 weqayên înfeksîyonê pêk hat. Doxtoran destnîşan dikin dibe ku bi gelek kesan re vîrûs hebe.

Li Îngilîstanê weqaya ‘ewil di 7ê Gulanê de derket. Hêjmarê weqeyan heta niha bû 9 kes. Weqaya ‘ewil di zilamekî yê ku di dema li Nîjeryaya ku sorika meymunê li wê derêye de digerîya û vegerîyaye welat de  hatîye dîtin. Encax hat dîyarkirin ku weqayên dawî di nav kesên ku welat de ne pêk hatine ne ji mirovên ku ji derveyê welat hetine.

Di ji rê derketîyên hevzayendan de zêdetir tê dîtin

Di daxuyanîya ku ji teref Sazîya Ewlehîya Tenduristî ya Îngilîstanê ve hatîye belavkirin de li gorî dîyarîya ku zêdetirê weqayan di kesên ku ji rê derketîyên hevzayendan de tê dîtin, çavên mirovan baxist li zirarê minasebetên ji rê derketîyên hevzayendî.

Li Îngilîstanê 4 weqayên ku di dawî de ji ji rê derketîyên hevzayendan hatine tespîtkirin, berê lêgerînên rayedaran kişand mekanên ku wan kesan diçin li wan mekanan.

Hatibû dîyarkirin ku ji sê kesên ku serê ‘ewil vîrûs di wan de hatibû dîtin ji wan du kes di ‘eynî malê de dijîn yê dinê jî ji Nîjeryayê hatîye.

Rayedarên tenduristîyê Kanadayî jî bal kişandin ku weqayên ku di nav welat de ne ji ber minasebetên ji rê derketîyên hevzayendan pêk tê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir