• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Rusya: 959 leşkerên Ukraynayî teslîm bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Konaşenkov, derheqê herba ku di 24ê Sibatê de destpêkiribû de axivî û weha got, “Di nav rojeke de 229 jê birîndar tev de 694 şervan, di 16ê Gulanê heta niha de jî 80î jê birîndar tev de 959 şervan teslîm bûn. Ji birîndaran 51 heb ji ber ku lazimatîya wan ji nexweşxaneyê hebû me wan di kir nav nexweşxaneyê ya ku li Novoazovsk li Komarîya Xelq a Donetskê ye.”

Konaşenkov di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Me heta niha 172 balafir, 125 helîkopter, 927 balafirên bê însan, 311 sîstema fuzeya parastina hewayê, 3 hezar û 139 tenq û erebeyên bi zirh, 389 roketavêt, 1548 topên hawan û obus, 2 hezar û 997 erebeyên leşkerî ê taybet yên Ukraynayê îmhe kir.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir