• DOLAR 32.309
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2402.15
  • ...
Li Êlîhê qîzikeka biçûk di çem de fetisî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî îddîayan, qîzikeka ku navê wê S.G.(13) ye û ji Farqînêye bi tevî malbata xwe çû buka baranê û di dema leyîstikê de ket nav çem û di demeke kin de ji ber çavan winda bû.

Mirovên ku dîtin qîzik ket nav çem xeberê dan cendirmeyan û ji cîhê meseleyê re ekîbên cenderme, tenduristî û lêgerîn-xelaskirin hatin sewqkirin.

Di encama xebatên ekîbên binavger ya Şaredarîya Êlîhê de ceseda qîzik ji bin avê hat derxistin.

Hat destnîşankirin ku cenaze ji bona ku otopsî bê kirin hat birin merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlîhê û derheqê meseleyê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir