• DOLAR 35.445
  • EURO 36.316
  • ALTIN 3060.41
  • ...
24 zimanên nû li Google Wergerê hatin zêdekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku ji Google Wergerê re 24 zimanên ku ji teref 300 milyon kesan ve tê xeberdan û di nav wan de jî zaravê Soranîyê jî heye hat îlawekirin.

Zaravê Soranî, piranî li herêmên Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê tê axavtin.

Li gorî reqemên ne fermî bi tevahî 8 milyon însan bi zaravê soranî xeber didin.

Google, berê jî zaravê Kurmancîyê yê ku zimanê Kurdî jî kiribû nav Google Wergerê.

Di nav zimanên ku nû hatine îlawekirin de ji 10ê wan li alîyê herêmên Efrîqayêne û di nav wan de jî Lîngala, Twî û Tîgrînya jî hene.

Îlawekirina van zimanan, hêjmarên zimana yên ku di nav Google Wergerê de ne bûn 133. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir