• DOLAR 32.537
  • EURO 34.898
  • ALTIN 2421.773
  • ...
Di febrîqeya hesin û pola de teqîn: 2 mirî û birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teqîn di nav febrîqeyekê ku li Herêma Senayîya Organîzeyê ya ku li navçeya Bozuyuka Bîlecîkê ye de pêk hat.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê de 2 jê giran tev de 3 karker birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê teqînê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. Ji birîndaran jî Alî G. û Enver G. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku rewşa Gunay T. Jî ne giran e.

Derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir