• DOLAR 32.475
  • EURO 34.568
  • ALTIN 2477.38
  • ...
Mîrê Qeterê îro diçe Tirkiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî îro li ser vexwendina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çû Tehranê.

Mîrê  Qeterê li Firokexaneya Navdewletî ya Mêhrabadê ji aliyê Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê Mihemed Muhbîr ve hat pêşwazîkirin.

Tê diyarkirin ku di çarçoveya peywendiyên Têhranê yê Mîrê Qeterê de, Al Sanî li ser gavên ku ji bo kûrtirkirina peywendiyên dualî yên Îran û Qeterê û hevkariyên dualî dikarin bên avêtin, gotûbêj bikin.

 Li gorî medyaya Erebî, Al Sanî piştî bidawîhatina serdana xwe ya Tehranê dê îro danê êvarê biçe Tirkiyê.

Mîrê Qeterê di çarçoveya serdana xwe ya 2 rojî ya bo Tirkiyeyê de dê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir