Li Ekvadorê 200 mehkûmên fîrar hatin qefaltin
Li Ekvadorê 200 mehkûmên ku di encama îsyana di girtîgehê de derket de revîyabûn hatin qefaltin.
Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku ew ji wan kesên ku derheqê 20 mehkûmên ku fîrarin de agahî bidin re 3 hezar dolar dîyarî bidin.
Li bajara Santo Domîngo de los Tsachîlasa welat di girtîgeha Bellavêstayê de, doh di seatên serê sibê de di navbera çeteyan de pevçûn derketibû û ev pevçûn bûbû îsyan.
Di encama îsyanê de 44 mehkûm miribûn û gelek mehkûm jî birîndar bûbûn.
Li welat, di nav 65 girtîgeha ku kapasîteyên wan 60 hezarin de nêzê 39 hezar girtî û cezagirtî hene.
Di encama pevçûnên di sala borî di navbera çeteyan de pêk hat de ji 400î zêdetir mehkûm mirin. (ÎLKHA)