• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hînduyan piştî tesettûrê azanê jî qedexe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hîndîstanê neyartîya ji Îslamê û Misilmanan re tê kirin berdewam dike.

Qedexeya tesettûr a ku li wîlayeta Karnatakayê ku hê berdewam dike, ji 900î zêdetir mizgeftên ku li wîlayeta Kandaharêne ye re qirara kêmkirina dengê azanê hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku ev qirara qedexekirina azanê, ji ber polîtîkayên sîyasî yên Hînduyan hatîye dayîn.

Hat ragihandin ku ev gava ku hatîye avêtin, teşebuseke nû ya ku hewildayîna Misilmanan bidin tirsandinê û derbeyeyekek e ku li heqên wan hatîye kirin e.

Misilmanên Mumbaîyê jî ji qirarê re bertek nîşan dan û di kuçeyan de bi dengên bilind azanê xwendin.

Li Hîndîstan a ku nifûsa wê 1,4 mîlyare û ji wan jî ji sedî 14yên wan Misilmanin de, polîtîkayên Partîya Janata Bharatîyayê ku li hember Misilmanan dike dibe sebeba bertekan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir