• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
HUDA PAR: Bernameyên ku ji bawerî, kevneşopî û kultûrên me re zirarê didin ne huner in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê Sîyaseta ku li ser miltecîyan tê kirin û Bernameyên festîval û kultûrî yên ku ji bawerî û kultûra me re terse de nirxandinan hat kirin.

Sîyaseta ku li ser miltecîyan tê kirin

HUDA PAR di daxuyanîya ku ji bona nav welat belav kir de derheqê miltecîyan de nirxandinan kir û weha got, “Derheqê miltecîyên ku êdî bûne pirsgirêka kûrewî de îhtîyacîya çareserîya însanî û exlaqî heye. Kaos, şîdet, îşxal û tinebûnîya ku li çar alîyê dinyayê heye, mirovatîyê jî li hember qrîzeke mezîn ya miltecîyan dihêle. Di vê çarçoveyê de hemû dinya, li hember îmtîhaneke mirovatîya mezin e. Civakê me yê ku îmtîhana mirovatîyê ew ê herî baş bi kar tîne, bi wek fedakartîya ensartîyê ji xuşk û birayên me yên miltecîyan re bûn pişt, tiştên xwe ji wan texsîrnekirin û wan hembêz kirin. Ev mêvantîya ku di dinyayê de ew ê herî mezin li miltecîyan dikin jî vê tiştê nîşan dide. Encax, hinek derdorên sîyasî, medyayî û derdorên wek wan yên ku ji mirovatîyê nisîbê xwe negirtine, leke didin li ser vê hessasîyeta civakê me.

Sîyaseta ku li miltecîyan tê kirin û ji vê sîyasetê jî daxwaz dikin ku qezenc bidest bixin, sûîstîmala ku ji bona menfeatên sîyasî bê kirin û kirina avakirina civakî şermdêr e. Nexwasim dîke kirina miltecîyan, kirina hedefkirina êrîşên nîjadî, dest pê kirina çêkirina kaosê ya çav kirina can û malên wan, bi temamî sûceke mirovatîyê ye. Gerek di vê meseleyê de xelq jî sazîyên sîyasetê jî dewlet jî hikûmet jî bi mesulîyetek mezin hereket bikin. Ew tiştê ku Tirkîye bike ev e; sazîkirina şertên vegerandina miltecîyan li gûndên wan an jî li bajarên wan ya di bin ewlehîyê de ye. Zor danîna cîh kirina cîhên mirovên dinê jî vegerandina bastûra demografîk jî hemû coxrefyeyê mecbûrê kaosê dike.”

Bernameyên festîval û kultûrî

Di daxuyanîya partîyê de derheqê festîval, konser û bernameyên ku ji kultûr û bawerîya civakê re terse de jî nirxandinan hat kirin û weha hat gotin, “Li welatê me konser, festîval û bernameyên ku di bin navê ‘kultûrî’ de tê kirin û wan bernameyan jî ji kultûr û bawerîya xelqê me re terse di bin vebestîya walîtî û şaredarîyê de tên tertîpkirin. Kultûr, ji bona civakek, temamîya kevneşopê, dema borî û dema dê de pêwendîyekê yê ku bê çêkirin ew ê herî mezin e. Di roja me de wan emperyalîzman dema ku dest bi mêtingehê dike pêşî ji kultûrê dest pê dike. Civakên ku kultûrên xwe winda kirine di dîrokê de cîhê wan tuneye. Ew ê ku herî tesîra wê di Pêvajoya rojavayîbûnê de mezin e kultûr û perwerdehîye.

Van bernameyên ku jîyana û şexsîyeta wan ji rêbertîyê dûre tezîbûnîyê, eraqê û fuhşîyatê yê ku bi navê sin’et û hunerê didin pêşîya me û me ewakî didin xapandinê, êdî ji bona ku civakê xira bikin ji wan kesan re jî ev bernameyan bûye xebatên pêşeng. Gerek wan kesên ku alîkarîyê didin wan bernameyan kesên xerîb û sazîyên xerîbin yên ku herbê ji bawerîyên me re vekirine jî nas bikin û ev tiştê jî bila navêjin pişt gohên xwe. Dîn, malbat, manewîyat û tiştên me yên mehrem yên dinê, bi van bernameyan tê ziîfkirin û ji nav me tê derxistin. Bernameyên ku ji bawerîyên me re ji kevneşopîyên me re û ji kultûrên me re zirarê didin ne huner in. Gerek sazîyên civakî, sazîyên civakê yê sîwîl û civak di van meseleyan de hesasiyeta ku bê nîşandan nîşan bidin, gerek ji van bernameyên ku pêşeroja me xira dike re îzîn neyê dayîn.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir