• DOLAR 32.346
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2381.636
  • ...
Di lehîyên ku li Efxenîstanê pêk hatin de 6 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Baranên ku bû çend rojên dawî li Efxenîstanê dibare, zirarê da ‘erdan û malan.

Li gorî agahîyên ku ji rayedarên wîlayetan hatine bidestxistin hat destnîşankirin ku li wîlayeta Samanganê gelek mal û bi sedan donim ‘erd zirarê dîtin.

Hat hînbûn ku bireveberîya wîlayeta Samanganê, raporên ku derheqê zirarê de bi detayî bê amadekirin lijneyek hat wezîfedarkirin.

Hat destnîşankirin ku ji ber lehîyê li wîlayeta Parwanê 2 kes, li wîlayeta Baglanê jî 4 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan ‘erd jî zirarê dîtin.

Midirtîya Meteorolojî ya Efxenîstanê jî hişyarî da ku li nêzê 27 wîlayetan ji ber barîna barana zêde dibe ku lehî pêk bên. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir