• DOLAR 34.44
  • EURO 36.34
  • ALTIN 2837.449
  • ...
Evîndarên Pêxember bi minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” dê daxuyanîya çapemenîyê tertîp bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Evîndarên Pêxember ve ji ber ku roja Înê ya dawîya Remezanê Roja Qudsê ya Cîhanê ye, li gelek bajar û navçeyên ku di wan de Stenbol û Dîyarbekir jî hene di 29ê Nîsanê de piştî nimêja Înê daxuyanîya çapemenîyê bê tertîpkirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Weqfê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Quds û Mescîdî Eqsayê ku; Xwedê Teala li wê pîroz kirîye, Qîbla Misilmanan yê a ‘ewil, Heremî Şerîf yê 3yemîn û cîhê mîracê yê ku Pêxember çûye li wê derê ye. Quds; nîşana yekîtî û wehdeta ummeta Misilmanan e.

Ummet bi wî îzzetê qezenc dike û bê wî jî di bin esaretê da ye. Dema ku Quds ji dest derkeve ummet jî ji dest derdikeve, dema ku Quds ji dest derkeve mirovayî jî ji dest derdikeve. Ev de’wa, de’wa ummetê ya hevpar e. Quds şanazî, îzzet û şerefa ummeta Îslamê ye. Misilmanan, ji bona azadîya Qudsê û derxistina rejima îşxalker mukelef in.

Werin em ji kîjan nîjad, partî, terîqet, cemaat û hereketê bibin bila bibin, di nav wehdet û uhuwwetê de, pişta xwê bidin Xwedê û li hember neyarên Qudsê micadele bikin! Bi azadkirina Qudsê rêya azadî, serxwebûn û îzzetê ji ummeta Îslamê re vekin!”

Di dawîya daxuyanîyê de hemû evîndarên Mescîdî Eqsa û Qudsê, da’wetê daxuyanîya çapemenîyê ya ku di 29ê Nîsanê de bên tertîpkirin hat kirin.

Cîhên ku daxuyanîya çapemenîyê bên kirin:

Dîyarbekir: Piştî nimêja Înê – Cîh Mizgefta Mezin

Êlîh: Seat 13.30 – Cîh Cedeya Gulistanê

Stenbol: Piştî nimêja Înê – 1- Qada Bagcilarê, 2- Mizgefta Çarşîya Oendîkê, 3- Pêşîya Mizgefta Navenda Sutanbeylî, 4- Pêşîya Mizgefta Navenda Sultanxazîyê.

Wan: Piştî imêja Înê – Cîh Mizgefta Hezretî Omer

Edene: Seat 13.30 – Cîh Qada Çileya 5

Riha: Piştî Nimêja Terawîhê – Cîh Dergah

Entab: Piştî imêja Înê – Cîh Parqa Masîdar

Enqere: Piştî imêja Înê – Cîh Mizgefta Hecî Bayram Welî

Bûrsa: Piştî imêja Înê – Cîh Qada Mizgefta Mezin

Îzmîr: Piştî imêja Înê – Cîh Qada Qonakê

Xarpêt: Seat 13.30 – Cîh Pêşîya Mala Mamoste

Qonye: Piştî imêja Înê – Cîh Mizgefta Mewlanayê

Qeyserî: Piştî imêja Înê – Cîh Pêşîya Mizgefta Brunguzê

Şirnex/Cizîr: Piştî imêja Înê – Cîh Kêleka Mizgefta Hizûrê

Semsûr/Kehta: Seat 14.00 – Cîh Parqa Sed Salî  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir