• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Herêma Kurdistanê tonekî teqemenî yên PKKê hatin bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Yeke Dijî Terorê yê Herêma Kurdistanê ve hat daxuyandin de hat destnîşankirin ku di encama xebatên Hêzên Ewlehîyê ya Herêma Kurdistanê de li Dihokê tonekî teqemenî, 10 heb fuzeyên li dijî tanqan yê ji tîpa Konkursê, 23 heb motora ÎHA yê kamîkazeyê, 375 heb şarjorên Keleşkof û hezar û 200 heb maskeyên xazê yên aîdê PKKê hatin bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê  de bal hat kişandin ku sazîyên ewlehîyê yê Herêma Kurdistanê, plana PKKê yê muhtemel dibe ku ji Herêma Kurdistanê re bikar bianîya hat betalkirin.

Hat îfadekirin ku di encama operasyonê de kesek hat qefaltin û di encama pirsyarkirina wê kesê de jî ew plan hat hînbûn û agahîyek jî hat bidestxistin ku vê teqemenî û çekan jî ji teref Rodî Huseyînê ji rayedarên YPGê ve hatîye anîtin li Silêmanî.

Di dawîya daxuyanîyê de bal hat kişandin ku di encama vê operasyonê de planekî yê talûkeyek mezin hat qutkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir