• DOLAR 32.306
  • EURO 34.844
  • ALTIN 2412.93
  • ...
Teşkîlata Hevkarîya Îslamê: Mescîdî Eqsa, xeta sor a ummeta Îslamê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, ji ber banga Endonezyayê li bajara Cîddeya Siûda Erebîstanê êrîşên rejima îşxalker hevdîtin kirin.

Dawîya hevdîtinê de daxuyanîyek hevpar hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha bal hat kişandin, “Mescîdî Eqsayê ku Qudsa Şerîfe, ji herdu qîbleyan a yekemîn e û ji herdu mescîdên pîroz ya sêyemîn e, xeta sor a ummeta Îslamê ye.”

Di berdewama daxuyanîyê de dewletên mensûb ji bona; îttîhada li derdora Qudsê û parastina pîrozên wê, kirina hevdîtina rejima îşxalker a bi sûcên wê, alîkar dayîna ji xelqê Filistînê re bang kirin.

Di daxuyanîyê de mucadeleya qehremanî û meşrû yên ku li Filistînê tê dayîn jî hat teqdîrkirin û êrîşên rejima îşxalker û cihûyîyan jî hat şermezarkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di encama zêdebûna tansîyonê ew ê rejima îşxalker mesul bê hesibandin, teşebbusên ku astengkirina bi wext û bi mekan li Mescîdî Eqsayê û hemû astengîyên ku Qudsê tesîrdar bike ji bona ku bê redkirin bang hat kirin.

Di dawîya daxuyanîyê de bal hat kişandin ku gavên hemû talûke yên ku pîrozahîya Mescîdî Eqsayê tesîrdar bike tu meşruîyeta hiqûqî, dînî û tarîxî tuneye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir