• DOLAR 32.564
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2449.447
  • ...
NY: Ew midaxeleya dijwar a ku li hember sîwîlên Filistînî tê bikaranîn divê bê lêpirsînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Tor Wenneslandê Temsîlkarê Taybet ê Pêvajoya Aştîyê yê Rojhilata Navîn ê Neteweyên Yekbûyî derheqê wê zilm û zordarîya ku ji teref rejîma îşxalker û terorîst ve li ser axên îşxalkirî yên Filistînê tên kirin de banga lêpirsînê kir.

Wenneslandê di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di encama  êrîşên di van demên dawî li ser wan axên Filistînê hatin kirin de 4 jê zarok 23 Filistînî hatin şehîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kuştin û birîndarkirina zarokan tiştekî pir ecêb û nebaş e.Ez di vî warî de banga lêpirsînê dikim.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir