• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ji bo ku gelê Efxanistan bi xwe ve bê çi ji destê we tê bikin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya fitarê de ku ji welatên cuda yên erdnîgariya Îslamê mêvanên mîna; Ji Afganistanê Dr Ayetullah Atît, yek ji berpirsên Birayên Misilman Mîthad Hedad, alimê Sûdanî Abdulhay Yûsif, yek ji Serokên Cemaeta Îslamî yê Misirê Îslam el-Gamrî, Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTIHADUL ULEMA, Serokê Weqfa Filistînê Zekî Abdullah Îbrahîm Ararawî, Nivîskar Lêkolîner Alî Bulaç û Vahdettîn Înce, Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Millî Mustafa Kurdaş beşdarî bernameyê bûn.

Yapicioglu di bernameya fitarê de balan kişand li ser lîstikên ku li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin û derheqê zilm û zordarîya ku li Mislimanan tên kirin de nirxandinan kir. Yapiciogluyê ku di axaftina xwe de cihekî girîng da Afganîstanê û wiha dewam kir: “Bi taybetî ez dixwazim careke din balê bikşînim ser vê xalê. Piştî ku Amerîkî ji Afganîstanê hatin derxistin û neçar man ku birevin wir, me bi rayedarên Tirk, balyozxaneyên Îran û Afganîstanê re hevdîtin pêk anî. Û me hema hema ji hemû aliyan re heman tişt got. Me got, ji kerema xwe destê xwe yê alîkariyê dirêjî birayên xwe yên li wir bikin, destê birayên xwe yên li wir bigirin. Ji bo Efxanistan cardin bi xwe ve û rabe li ser pîyan her çi ji destên we tê bikin! Ez vê bangê ji vir dubare dikim, lê ez ji tevahî ummeta Îslamê, ji rêvebirên hemû welatên Îslamê, ji serokên hemû rêxistinên sivîl, ji rêber, rêvebir û ji hemû siyasetmedaran re dibêjim; Ji bo Xwedê vê mijarê ji rojeva xwe dernexin! Alîkariya ne tenê Misilmanên ku nêzî me ne, di heman demê de ji Misilmanên dûr re jî… Wezîfeya me hemûyan e ku ger ji destê me were em xwe bigihînin wan. Hêvîdar im em karibin wê wezîfeyê bi cih bînin.”

"Bila birayên xwe bi gotinên rojavayî nebêjin"

Yapicioglu herî dawî destnîşan kir ku divê Misliman bi perspektîfa rojava neyê nirxandin û wiha  dawî li axavtina xwe anî: "Lazim e ku em bi perspektîfa rojavayî li birayên xwe nenêrin û bi gotinên xwe wan terîf bikin. Divê ev tirs ‘Gelo ji ber ku ez ê ji birayên xwe yên Mislimanan re bibim alîkar; ew ê hinek kes bi min de bixeyidin, ew ê boykot li ser me tetbîq bikin’ bi me re tunebe. Ger ev li ber bayê vê tirsê bikevin, ji birayên xwe re nebin alîkar û ji bo razîkirina dijminên xwe dengê xwe dernexin; bi serê we ew ê dîsa jî dijminên me ji me razî nebin. Biratiya di navbera me de dê bi vî awayî têk biçe." got. (ÎLKHA)

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir