• DOLAR 32.115
  • EURO 35.153
  • ALTIN 2470.018
  • ...
Îşxalkeran di êrîşa Mescîda Qibleyê de 400 Filistînîyan desteser ki
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emcede Ebu Asabê Serokê Komîteya Malbatên Mehkûmên Qudsê derheqê meseleyê de ji çapemenîya Filistînê re agahî da û got ku wan sîyonîstan di encama êrîşên vê sibê de nêzê 400 Filistînîyan desteser kir.

Dadwer Muhammed Mahmudê Qudsî îfade kir ku hêjmarên Filistînîyên ku hatine desteserkirin bûn 400 û wan jî bi otobûsan birin qereqola “Mazudat Adumim”.

Çeteyên rejima îşxalker doh êvarê jî bi bombeyên deng û bi guleyên plastîk êrîş li Filistînîyan kir. Di encama wan êrîşan de heta niha herî kêm 150 Filistînî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir