Mînîbûsa ku koçber tê de bûn teqle avêt: 4 mirî, 25 birîndar
Li Bidlîsê mînîbûsa ku koçberên qaçax tê de bûn teqle avêt, di encama teqleyê de 4 kes canê xwe ji dest dan û 25 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku koçberên qaçax tê de bûn li nêzê gundê Baxçedereya navçeya Elcewazê ji qontrolê derket û teqle avêt.
Di encama qezayê de 4 koçber canê xwe ji dest dan û 25 koçber jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, 112 û cendirme hatin sewqkirin.
Kesên birîndar jî bi ambûlansan harin rakirin nexweşxaneyên Tetwan, Ahlat û Elcewazê. (ÎLKHA)