• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî li Ugandayê ji zarokan re alîkarîya cilan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên sazîyên alîkarîyê li Efrîqayê berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de alîkarîyên xwarin, pere, fitarî  hat kirin, vê carê jî ji bona zarokên êtîm û mixtac alîkarîya cilan hat kirin.

Ewrupa Yetîm Elîyê ku li Ugandayê ye, ji hezaran zarokan re bû hêvî. Ew, ji wan zarokên ku di nav şertên zor û zehmet de micadeleyê dikin re cilan belav kirin.

Abdulqadir Yilmazê temsîlkarê dildarê yê Awrupa Yetîm Elîyê derheqê xebatan de agahî da, di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew dema ku alîkarîyê kirin kêfxwaşîya zarokan bi çavên xwe dîtin.

Yilmaz weha axivî, “Em bi alîkarîya xêrxwazên xwe li Ugandayê projeya xwe yê cilan bi kar anîn. Em bi sedan zarokên êtîm û mixtac li vê derê dan poşandin. Em li vê derê bang li xêrxwazên xwe dikin. Dibe ku em îro bi sedan zarokan poşand. Çi qas zêde alîkarî ji were bê em ê jî ew qas zêde zarokan bipoşînin. Em daxwaz dikin ku bila xêrxwazên me fedekar bibin.” (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir