Li Hîndîstanê di febrîqeyê de teqîn: 6 mirî
Li wîlayeta Gucarata Hîndîstanê di febrîqeyekê kîmyewî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 6 karker mirin.
Hat destnîşankirin ku di febrîqeya kîmyewî yê li herêma senayîya Daheja ku girêdayê navçeya Bharucha Gandhinagara paytext de teqînek pêk hat.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin ku ew jî ji rayedarên polêsan bidestxistine, piştî teqînê de şewat derket.
Hat ragihandin ku di encama teqînê de 6 karker canê xwe ji dest dan.
Ekîbên îtfaîye yên ku piştî teqînê hatin cîhê teqînê şewatê kirin bin qontrolê. (ÎLKHA)