• DOLAR 32.627
  • EURO 34.865
  • ALTIN 2493.864
  • ...
Ji zimanên hevalên wî Muhammed Sudan Xoce
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser rehmetkirina Muhammed Sudan Xoceyê ku li serî li Dîyarbekir û li herêmê bi taybetî jî di sala 1980an û 1990îyan de bi xebatkirina ji bona dewa Îslamê di dilê xortan de xwe bi cîh kiribû 8 sal derbas bûn.

Sudan Xoceyê ku Quranê ji xwe re kiribû exlaq, ‘emrê xwe ji dewa Îslamê re kiribû feda, bi exlaqê xwe yê şîrîn yek dozvanekî û li Tirkîyê jî bi micadelekirina ji bona de’wa Îslamê bi pêşengî tê naskirin.

Firat Nartê hevalê wî yê de’wê di salvegera wefata Xoce de qala wî kir, îfade kir ku Xoce, tu qîmetê nedida mal û milkê dinyayê û xwe fedayê de’wa Îslamê kiribû.

Nart, “Roj dibû xercane dikir cêbame, roj jî dibû ku ji me re şefqeteke wek bavê dida nîşandan û ji me re wek bav bû. Perwerdekerekek gelek baş bû. Carna dema ku me xeta bikira li hember wê xetayê me micadeleya Hezretî Adem dianît heta roja me û ji bona ku em cardin wê xetayê nekin nesîhetan jî dikir nav wê meseleyê û bi wê şeklê xetayên me nîşanê me dida. Min tu car nedît ku ew raste rast hêrs dibû an jî dikir qêrînî. Hetta di vê meseleyê de carna şehîd Rehber (Huseyîn Welîoglu) ji wî re digot di hinek meseleyan de sirt bibe û dema ku dema wî bê bixweyîde, Xoce jî digot ‘Kekê min ez nikarim hêrs bibim, karê hêrsbûnê bide yekê dinê’.”

FIRAT NART

“Muhammed Sudan Xoce di nav xebatên mizgeftan de têkarîya wî gelek heye”

Nart di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku merhum Muhammed Sudan Xoce, şehsîyeteke bi rehm û bi şefqet e, ji ber van wesfên wî endamên cemaatê, wî ji xwe re nêz didîtin, “Hemû kes pirsgirêk, problem û îxtîyacîyên xwe dikaribû bi rehetî ji wî re qal bikarana. Muhammed Xoce di ‘eynî demê de guhdarekî baş bû jî, dema ku wan kesê ku wî gohdar bikara dilê wan kesan rehet dikir, ji wan re nesîhetan dikir û enerjîyê dida wan û wan an dişîyand malên wan an jî dişîyand dikanê wan.”

Nart di domandina axavtina xwe de bal kişand ku di nav xebatên mizgeftan de têkarîya Muhammed Sudan Xoce gelek zêdeye, “Bi taybetî li Dîyarbekir û li Êlîhê tevkarîya wî hebû. Bi rênîşandayîn û rêbertîya wî xebatên mizgeftan hatîye bi kar anîn. Wê demê em jî ciwan bûn û ji ber wê ciwantîya me carna me li gorî serê xwe hereketan dikir û ji ber wan hereketên me xetayên mezin çêdibûn. Keko jî bi hîkmet û bi nesîhetan ji me re qal dikir.”

“Fedî dikir ku cilê nû li xwe bikirana”

Nart axavtina xwe weha domand, “Me keko, ji ber heya û exlaqa wê wek Hezretî Osman terîf dikir. Dema ku cilekî nû bistanda fedî dikir wî cilê li xwe bikira. Carna ji hevalan re weha digot ‘çend roj tu li xwe ke dû re ez ê li xwe bikim’. Însanekî gelek mutewazî bû. Kekê me hemûyan bû lê bi li xwe kirina wan cilan, bi rûniştin û birabûna xwe tu ferqa wî ji me tinebû. Di rojên ‘îdê de jî nikaribû bi malbata xwe wexta xwe derbas bikirana. Roja ‘îdê ya ‘ewil hema hema hemû hevalên me diçûn cem Muhammed Xoce.”

“Min nedît ku yek însanek ji keko aciz bibûna an jî dilê wê ji wî bimana”

Nart di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Muhammed Xoce, perwerdeyek û îdarevaneke gelek baş bû, “Dema ku cemaat karekî bidana kekê ew qethîyyen midehele nedikir. Disekinîya, dema ku zirareke wê karê negihîşta xebatên mizgefta eleqa xwe bi wê meseleyê nedikir. Ji bona ku tu xetaya bibînî û ji bona ku tu ji wê xetayê ders bigrî carna misede dikir ku tu xetayan bikî. Ew yekî ku midexele li meseleyan bike nebû lê rêyekî baş nîşanê mirov dida. Roj dibû pere dikir berîka me. Dema ku em birçî bibûna, me diçû ji wî re digot û ew jî diçû an ji mala xwe an jî ji loqenteyê ji me re şîvê dianît. Min nedît ku yek însanek ji keko aciz bibûya an jî dilê wê ji wî bimana. Ew kekê me yê wisa bû ku ew hemû pirsgirêkên mirova çareser dikir, enerjîyê dida mirovan, mirov ji wî rê digirt û ew yekê birêvebir dihat hesibandin û wisakî dihat naskirin.”

Nart di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi rehmetbûna wî qîmetên xwe jî winda kir; ew ji wan kekên me yên ku cîhên wan tu dem ew ê neyê tijîkirin bû. mutleqe her însanek li gorî xwe cîhê xwe nîşan dida lê Muhammed Xoce nîşandayîna cîhê xwe yê di de’wa Îslamê de, bi rastî jî mirov nikare qala wî bike. Daîma însanên ku beşdarê de’wê dibûn wan dida pêş û xwe di paş de dihişt. Em li cem keko rehet bûn. Ji ber em zanibûn dema ku me xeta bikira ew ji me re hêrs nedibû dilê me rehet bû, ji ber vê yekê em zêdetir dixebitîyan. Di girtîgehê de ez û wî nêzê 2 salan di ‘eynî odeyê de man. Di girtîgehê de jî bi pirsgirêk û bi problemên me re eleqeder dibû. Me bi hev dû re dersê digirt û me bi hev dû re mizakere dikir. Xwedê Tala bila hêjmarê însanên wek Muhammed Xoce zêde bike, bila me jî ji exlaqê wî bide nisîbkirin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir