• DOLAR 32.603
  • EURO 34.902
  • ALTIN 2405.22
  • ...
Ji Ewrupa Yetîm Elîyê li Dîyarbekir bi sedan malbatan re alîkarîya Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Awrupa Yetîm Elîyê sazîyê alîkarîya navneteweyî, li gelek bajarên Tirkîyê fealîyetên alîkarîyê dike.

Bi navbeynkarîya temsîlkarên xwe yên ku li gelek bajaran vekirine xwe dighêjînin mixtac û êtîman, ji ber vê yekê xwe gihand Dîyarbekir jî û li vê derê ji gelek malbatan re alîkarîya xwarinê kir.

Abdurrahman Altunê Serokê Giştî yê Komela Awrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de îfade kir ku ew li Tirkîye û li Dîyarbekir heta dawîya meha Remezanê ji mixtacan re alîkarîyên xwe bikin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em bi navê Awrupa Yetîm Elîyê gotin ku meha Remezanê meha bereket û rehmetêye, bi vê armancê em ketin rê û îro jî li Dîyarbekir in. Em ji bona ku fitarî û paşîvên êtîm, mixtac û mexdûran re bibin bereket li çar alîyê dinyayê xebatên xwe berdewam dikin. Alîkarîyên me yên li Tirkîyê berîya Remezanê dest pê kir û bi îzna Xwedê ew ê heta dawîya Remezanê jî berdewam bike. Di kolîyên me yên xwarinê de; nok, şekir, zeytûn, birinc û tiştên ku lazim in hene. Em ê wan pakêtên xwe yên ku hazir kirîye dema ku bidin malbatên xwe bi tevî goştê qurbanê yê ku xêrxwazan dane me bidin wan. Xwedê Teala bila xêrên xêrxwazên me qebûl bike. Em ji xêrxwazên xwe hêvîya alîkarîyên wan in.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir