• DOLAR 32.238
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2507.527
  • ...
Li Ukraynayê di dema tehlîyekirina sîwîlan de êrîş: 30 mirî ji 100î zêdetir birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pavlo Kyrylenkoyê serokê bireveberîya leşkerî yê herêma Donetskê, di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji îstasyona tirêna Kramatorskê re ji teref fuzeyên Rus ve êrîş hat kirin, di encama êrîşê de gelek mirî û birîndar hene.

Kyrylenko, di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku êrîş di dema tehlîyekirina sîwîlan de pêk hat û di dema êrîşê de herî kêm hezar kes însan di îstasyonê de hebûn.

Li gorî çapemenîya Ukraynayê herî kêm 30 kes mirin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku li îstasyona tirêna Kramatorskê her roj sîwîl tên tehlîyekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir