• DOLAR 32.367
  • EURO 34.669
  • ALTIN 2397.819
  • ...
Fransa Yetîm Elî li Ugandayê ji sedan kesan re fitarîyê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fransa Yetîm Elî, di meha Remezanê de li bajara Jînjaya Ugandayê ji bona mixtacan fitarîyê da.

Hat destnîşankirin Fransa Yetîm Elîyê ku bi serî li Tanzanya, Filistîn û Tirkîyeyê fealîyetan dike, li Ugandayê jî bernameya fitarîyê tertîp kir.

Umît Ataşê endamê dildar yê Fransa Yetîm Elîyê derheqê bernameya ku li bajara Jînjaya Ugandayê tertîp kirin de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew alîkarîyên ku xêrxwazan dane wan dighêjînin mirovên mixtac.

Ataş di axavtina xwe de weha got, “Em niha li welatê Ugandayê di çarçoveya fealîyetên xwe yên alîkarîyê de bernameya fitarîyê tertîp kir. Ew ê heta dawîya Remezanê jî li bajarên dinê fealîyetên me berdewam bike. Mezlumîyeta ku li vê derê ye gelek mezin e. Xêrên ku diçe li ku derê bila xêrxwazên me zanibin. Çi qas ku xêrxwaz bighêjin me em ê jî ew qas bighêjin mixtacan. Xwedê bila ji xêrxazên me razî bibe.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir