• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
IHO EBRAR ji bi sedan malbatên ku li Îdlîbê di konan de dimînin re alîkarîya xurekê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komele di 29ê Adarê de di Rehber TVyê de ji bo mexdûran kampanyaya alîkarîyê dabû destpêkirin ku di bergeha vê kampanyayê de gelek zêde alîkarî hatibû berhevkirin ku ev alîkarî tev li Îdlîbê hat belavkirin.

Serokê Giştî yê IHO EBRARê Abdurrahman Alpsoy derbarê alîkarîya ku hat kirin de daxuyanîyeke nivîskî belav kir û destnîşan kir: “Di  encama kampanyaya ku di 29ê Adarê de di Rehber TVyê de hat destpêkirin de gelek alîkarî hat berhevkirin. Di bergeha vê xebatê de li Îdlîba Sûrîyeyê ji 997 malbatî re kolîya erzaqê û ji 500 malbatî re jî alîkarîya batanîyê hat kirin.”

Alpsoy di berdewama daxuyanîya xwe de ji Rehber TV û temamê xêrxwazan re teşekkur kir û got Xweda xêra tevan qebûl bike.(ÎLKHA)

 









































Bu haberler de ilginizi çekebilir