• DOLAR 32.238
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2471.792
  • ...
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyama Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqf di peyama xwe de bi ayeta 183yemîn ya sureya Beqereyê, “Ey wan kesên ku îman anîne! Rojî çawa ku ji wan xelqên ku berîya we re ferz bûye ji we re jî hatîye ferzkirin. Dibe ku hûn xwe biparêzin” û bi hedîsa Pêxemberê me (Selat û selam li ser wî be) “Dema ku meha Remezanê tê derîyên asîmanê vedibin, derîyên cehennemê tên girtin, şeytan jî li zincîrê dikevin” hat bibîranîn û hat destpêkirin, ji meha remezanê yê ku meha firsetê ye re tewsîyeyên dua, muqabele, terbîyekirina nefsê, dayîna zikat, sedeqe û înfaqê hat kirin ku bila mirov bi van îbadetan meha xwe bixemilîne.

Weqif di berdewama peyamê de ji bona ku mirov di fitarîyê de îsrafê nekin jî tewsîyeyan da û temenîyan kir ku bila vê mehê ji bona şîyarbûna ummeta Îslamê bibe wesîle.

“Rojî, wek wan îbadetan dinê yên wisaye ku rîyakarî tê de tineye”

Peyam ji teref Mehmet Menteş ve hat xwendin û weha hat gotin, “Em di nav mewsîmeke wisa de ne ku pêxemberê me derheqê qîmeta manewîyatê, tevkarîya baş yê ji heyata civak û ferdî yê ku di vê mehê de ye de gelek hedîs û rîvayetan kirîye. Nexwe; lazim e ku em di nav şiûreke wisa da bin ku em qîmeta vê mehê zanibin û bi çavê firseteke kirina xêr ên meddî û menewî bibînin, gerek em xêrên xwe zêde bikin û ji ginehan dûr bikevin. Îbadeta Rojîyê, ji ber ku xêra wê gelek zêdeye mikafata wî Xwedê Teala bi xwe dide û wek wan îbadetan dinê yên wisaye ku rîyakarî tê de tineye. Lazim e ku em vê îbadet a xweşik bi gotinên xweş, bi gotinên dilxweş û bi emelên salih gerek bi qîmet bikin.”

“Di vê mehê de gerek ji îbadetan re gelek qîmet bê dayîn, di fitarîyan de jî gerek ji îsrafê jî bê dûrketin”

Menteş di berdewama peyamê de weha got, “Lazim e ku em di meha Remezanê yê ku meha Quranê ye de gerek li mizgeftan, gerek li medreseyan û gerek jî di malên xwe de muqabeleyan bikin û ev sinnetê bi cîh bînin û bidin jîyankirin. Em ji bona ku bighêjin xêra Şeva Qedrê yê ku Quran di vê şevê de nizûl bûye şevên xwe jî îhya bikin, wextên paşîvê ji bona ku em nimêja şevê ji xwe re bikin demînekî firsetek e. Ji bone ku em bereketa fitarîyê qezenc bikin eqrebe, dost, heval û cîranên xwe da’wetê fitarîyê bikin, dema ku me jî da’wet bikin beşdarê wan da’wetan bibin ku bila biratîya me biqewet bibe. Em bîrva nekin ku rojî ji bona terbîyeya nefsê ye û di şîvên fitarîyê de jî îsraf û fuzulîyê nekin. Nimêja terawîhê yê ku piştî fitarîyê ji bona tiştên ku me xwarîye bimehe jî bikin û dûr nemînin.”

“Ji bona coxrafyaya Îslamê û ji bona Misilmanan him bi qelbê xwe him jî bi vekirina destê xwe duayan bikin”

Menteş di dawîya peyamê de destnîşan kir ku bila mirov ji fitir, zikat û sedeqeyên ku di navbera Misilmanan de nîşana biratî û piştevanîyê ye re jî gerek mehrûm neyên mayîn û peyamê weha dawî kir, “Em ji bona ku layiqê wan evdên ku di Quranê de qala wan dike bibin gerek bi vekirî, gerek bi dizî, gerek êvarê û gerek jî serê sibê înfaqan bikin. Di van rojên mibarek de jî Ji bona coxrafyaya Îslamê ya mezlûm û ji bona Misilmanan him bi qelbê xwe him jî bi vekirina destê xwe duayan bikin û ji bona xelasîya wan jî gelek zêde bixebitin. Ji bona van duayên me qebûl bibe û ji bona wan micadeleyên me qebûl bibe û ev dua û micadele jî ji bona ku şîyarbûn û yekîtîya ummeta Îslamê bibe wesîle, ji xwedê re daxwazî û duayan bikin. Em bi tevî van fikr û ramanan, bi daxwazîya wesîleya derketina di bin zilm û esaretê ya coxrafyaya Îslamê, Remezana hemû ummeta Îslamê pîroz dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir