• DOLAR 32.265
  • EURO 35.086
  • ALTIN 2468.726
  • ...
Li Meletîyê qeza: Yek rehmet kir 2 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqa 44 AAZ 852 yê ku  şoforê wê Muhammed Mustafa D.  bû li ser rêya Senayîya Rêya Xarpetê ya Meletîyê ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir, di encama qezayê de erebe teqle avêt.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê qezayê dîyar kirin ku şofêr Muhammed Mustafa D. li cîhê qezayê canê xwe ji dest da, G.Ç. û M.K. jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û di nexweşxaneyan de hatin tedawîkirin, cinazeya şofêr jî ji bona otopsîyê hat rakirin Sazîya Tipa Edlî ya Meletîyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir