• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
HAMAS ji bona “Şefeqa Pîrekên Azad” bang kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameyên “Hevdîtinên Fecra Mezin” ê ku HAMAS li Filistînê her rojên Înê di nimêja serê sibê de tertîp dike berdewam dike.

Derheqê van bernameyan de HAMAS bangek kir û di banga xwe de ji bona ku pîrekên ku mirabita Mescîdî Eqsayê ne bên şerefyarkirin, ji bona ku pîrek alîkarî bidin de’wa Quds û Mescîdî Eqsayê, vê hefteyê bi şîara “Şeveqa Pîrekên Azad” banga hemû kesan kir.

Ew ê navenda hevdîtinê dîsa li Mescîdî Eqsa bibe.

HAMAS derheqê meseleyê de daxuyanî da û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Her li ku derê rûdinên bila rûnin, em hemû Filistînîyan ji bona ku beşdarê vê hevdîtina mezin bibin banga Mescîdî Eqsayê dikin.”

Ji teref HAMASê ve hat destnîşankirin ku eleqedarîya ku ji van hevdîtinan re bên nîşandan ji bona şênbûnîya xelqê Filistînê û ji nîşandayîna ku berxwedan li her cîhê ye re gelek manîdar e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir