• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyama Qendîla Beraatê hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyam ji teref Osman Yalçinkayayê Koordînatora Bajara Edeneyê yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin û ji peyamê re hemdkirina bi Xwedê Teala, bi silav û selat dayîna lı Pêxember hat destpêkirin.

Yalçinkaya destnîşankir ku ew cardin gihîştin vê Qendîla Beraatê ya ku vê şevê azadbûna ji cehennemê, xelasîya ji gunehan; vê şeva ku şeva  şîfa û sihhetî, hizur û mihebbet, efû û mexfîretê ye.

Yalçinkaya ji axavtina xwe re weha berdewam kir:“Rebbê me di  4 ayetên  ewil ya sureya Duhayê de weha dibêje: ‘Bila sond ji wê kitêba aşkere re bibe, Me Quranê di şevekî mibarek de şîyand. Em, bi rastî jî hişyarkar in. Di wê şeva mibarek de, her karekî bi xêr li cem me bi emrekî tê cudakirin.’ Pêxemberê me (silav û selat li ser wî be) derheqê Şeva Beraatê de weha dibêje: ‘Dema ku şeva Şebanê ya 15emîn bibe, di şeva wî de rabin îbadetê bikin. Û di serê sibê ya wê şevê de rojîyê bigrin. Çîmkî dema ku ev tav ji rûyê ‘erdê diçe Xwedê Teala tê nêzê cîhanê û heta dema fecrê ji ‘evdan re weha dibêje: “Kesên ku ji min mexfîretê daxwaz dikin tineye ku ez wan mexfîret bikim. Kesên ku ji min riziq daxwaz dikin tineye ku ez riziq bidim wan. Kesên ku belayek hatîye serê wan tineye ku ez xelasîyê bidim wan? Kesê ku wisa tine ye?”

“Şeva Beraatê şevekî wisa ye ku di wê şevê de derîyên xêrê vedibin”

Yalçinkaya di berdewama axavtina xwe de weha ragihand ‘Beraat, me’na wî xelasî ye. Me’neya Beraatê xelasîya ji pirsgirêkan û zorîtîyan e.’ û weha li axavtina xwe zêde kir, “Bila Rebbê me vê şevê xelasîya ji wesweseyên şeytan û ji esareta nefsê me, birayên me yên mezlûm yên ku li ser ‘erda cîhanê di bin zilmê de ne, gelemşeya dinyayê, xelasîya qelbên ji gemarî û zilmê re bike nisîb. Bila Rebbê me vê şevê bike qezenca mihabbetê ya li ser zilmê, başîtîyê ya li ser xirabîyê, xêrê ya li ser şerrê, hîdayetê li ser delaletê, şîyarbûnê li ser xefletê, biratîyê li ser neyartîyê re bike nisîb.”

Yalçinkaya ji bona ku vê şevê tiştên ku bê kirin tewsîyeyan da û axavtina xwe weha domand:

“Em vê şevê bikin wesîle û ji bona xelasîya hemû tiştên ku dikeve navbera me û Rebbê me nîyet bikin. Em bi çavê şefqet, merhemet û uhuwwetê li Misilmanan binêrin. Em îxtîlafên biçûk yên ku di navbera me û birayên me de hene bi çavê rehma Xwedê binêrin û ne ji bona neyartî, ji bona  biratîyê, ne ji bona cudayî, ji bona yekbûnîyê, ne ji bona bêhna teng, ji bona xweşbînîyê bikin wesîle. Exlaqên me yên xirab yê ku me ferq kirîye, em dev ji wan exlaqan berbidin û xwe serast bikin. ji bona wan eqlaqên ku me ferq nekirîye jî ji Xwedê re duayan bikin. Bi serî dê û bavên xwe û bi hemû eqrebeyên xwe re perîyên xwe yên rehmetê vekin.”

Yalçinkaya di dawîya axavtina xwe de daxwaz kir ku bila vê Qendîla Beraatê ji xêrê re bibe wesîle û li ser navê Weqfa Evîndarên Pêxember Qendîla Beraatê ya hemû Ummeta Îslamê pîroz kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir