• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Rejima îşxalker 3 Filistînîyan şehîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

3 Filistînîyên ciwan li kampên Nablus û Kalandînaya ku li bakura Şerîaya Rojavaya ku di bin îşxalê da ye û kampa Rahat a ku li başûra Filistînê ya ku di bin îşxalê da ye hatin şehîdkirin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatin bidestxistin sîyonîstên îşxalker êrîş li kampa miltecîyên Balataya ku li rojhilata Nablusê ye kir.

Nadîr Heysemê 17 salî di encama vê êrîşa ku bi beheneya hinek kesên ku tên lêgerîn bên qefaltin hat kirin de şehîd bû û 7 kesên dinê jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku wan îşxalkeran li kampa miltecîyên Kalendîyaya ku li bakura Qudsê ye jî Filistînîyekî şehîd kirin.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat destnîşankirin ku navê Filistînîyê ku li Kalendîyayê hatîye şehîdkirin Ala Şehham e û ew 20 salî bûye.

Hat dîyarkirin ku di vê êrîşa ku li Kalendîyayê hat kirin de 6 kes jî birîndar bûn û wan birîndaran ji bona ku bên tedawîkirin hatin neqilkirin li Navenda Tip a Filistînê.

Wan îşxalkeran cînayetek yê dinê jî li ‘erdên di dema ku di sala 1948an de hatibû îşxalkirin de kirin. Di encama vê êrîşê de Sînd El-Herbed jî ji teref wan leşkerên rejima îşxalker yên ku cilên ereban li xwe kirine ve hat şehîdkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir