Mînîbûsa karkeran qelibî: 7 birîndar
Li navçeya Dewelîya Qeyserîyê mînîbûsekê yê ku karker tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa karkeran yê ku plaqa wî 38 AGE 223ye, qezayekî yê ku hê sedema wî nayê zanîn kir.
Di encama qezayê de 7 karkerên febrîqeyê birîndar bûn û bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku ji birîndaran re li cîhê qezayê midexeleya ‘ewil hat kirin û dû re ew hatin rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku derherê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)