• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Îşxalkeran, li Xezzeyê di nav salekî de 60 pîrekan qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda El- Mîzanê di rapora ku belav kir de derheqê wehşeta rejima îşxalker a ku li ser pîrekan kirîye de gelek agahîyan da.

Di raporê de hat daxuyandin ku rejima sîyonîst û îşxalker, li Xezzeyê di navbera 8ê Adarê sala 2021an û 8ê Adarê sala 2022yan de 4 pîrekan bi guleyên topê û 56 pîrekan jî bi fuzeyan şehîd kir.

Di berdewama raporê de hat ragihandin ku 645 pîrek jî di êrîşên rejima îşxalker de birîndar bûn û ji wan pîrekan 248 kesan jî hê zarok bûn.

Hat destnîşankirin ku rejima sîyonîst, di nav salekî de mala 742 pîrekan jî xira kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir