• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
Ensarullah: Me Li Yemenê ÎHAyekî casûsî yê ku aîdê Amerîqayê ye xist xwarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yahya Serîyê rayedarê leşkerî yê Ensarullahê daxuyand ku ew, di encama operasyonekî yê ku li wîlayeta Haccayê kirin de balafirekî bêînsan yê ku aîdê Amerîqayêye xistin xwarê.

Serî di berdewama daxuyanîya xwe de got ku ÎHAya ku ketîye xwarê ji tîpa "Scan Eagle" yê ku ji casûsîyê re tê şixulandin.

Serî di axavtina xwe de îddîayên “Ensarullah hedefên sîwîlan ji bona armanca leşkerîyê dixebitîne” yê ku ji teref koalîsyona ku bi pêşîvanîya Sûîdêyê ye hatîye îddîakirin jî derewand û got ku ev îddîa ji teref koalîsyonê ve ji bona ku ji êrîşên xwe re bike sebep hatîye îddîakirin.

Serî di axavtina xwe de got ku, “Êrîşên koalîsyona Siûdî yên ku li cîhên sîwîlan û li tesîsan dike, ew ê îradeya xelqê Yemenê nikaribe qut bike. Em bal dikşînin ku ew ê van êrîşan bêbersiv û bêciza nemînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir